Êrişên Îsraîlê dewam dikin, Hîzbûllahê agirbest red kir

Di êrişên Îsraîlê de li Lubnanê 8 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn. Hîzbûllahê agirbesta nû red kir. Netanyahu jî lihevkirin pêşkêşî desteya ewlekariyê nekir.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku Îsraîlê roja Pêncşemê êrişên hewayî biriye ser rojhilat û başûrê welêt. Hate ragihandin ku di encama êrişan de 8 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.

Li gorî wezaretê, li rojhilatê welêt di êrişekê de 5 kes mirin, li başûr jî di êrişa li nêzî bajarê Sûrê de 3 kes mirin. Ji birîndaran 3 jê zarok, 3 jî jin in.

Êriş heman piştî agirbesta nû ya navbera Îsraîl û Lubnanê pêk hat ku beriya bi rojekê li Washingtonê hate ragihandin.

HEWLDANA PÊŞVEÇÛNÊ HATE TÊKBIRIN

Li gorî agahiyên ji başûrê Lubnanê hatin, artêşa Îsraîlê hewl da ku ber bi gundê Ganduriye yê li navçeya Bint Cubeylê bi pêş ve biçe û qada dagirkeriyê berfireh bike.

Lê belê hate îdîakirin ku di encama kemîna şervanên Hîzbûllahê de yekîneyên Îsraîlê neçar man ku xwe vekişînin.

HÎZBÛLLAHÊ AGIRBEST RED KIR

Serketerê Giştî yê Hîzbûllahê Naim Kasim ragihand ku ew peymana agirbestê ya li Washingtonê hate ragihandin, red dikin.

Kasim li qenala televîzyonê ya partiya xwe axivî û got, "Agirbest divê berfireh be, başûrê welêt ji herêmên din ên welêt cuda nebîne û azadiya kuştinê nede dijmin ku li Lubnanê bike."

Ji bo bidawîkirina şer di navbera Lubnan û Îsraîlê de bi navbeynkariya DYE'yê muzakere têne kirin. Ev hevdîtin weke pêvajoyeke muzakereyê ya yekser a piştî bi dehan salan tê dîtin ku di navbera herdu welatan de têkiliyên dîplomatîk nîne.

NETANYAHU: VÊ GAVÊ TI LIHEVKIRINEK NÎNE

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Îsraîlê de hatin weşandin, Serokwezîr Binyamin Netanyahu piştî ku Hîzbûllahê agirbest red kir, peyman pêşkêşî erêkirina desteya ewlekariyê nekir.

Li gorî rojnameya Yedioth Ahronoth, Netanyahu di civîna kabîneya ewlekariyê ya êvara Pêncşemê de got, "Niha ti peyman nîne. Hîzbûllah li ber vê radibe, ji ber vê jî ez biryarekê nadim."